Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Nêçîrvan Barzanî wek serokê Kurdistanê hat hilbijartin
 
Nêçîrvan Barzanî wek serokê Kurdistanê hat hilbijartin
2019-06-02 23:19
MediaKurd > info@mediakurd.com

Li parlementoya Kurdistana Federal ji bo hilbijartina serokatîya Kurdistanê dengdan hat kirin. Di hilbijartinê de 88 wekîl beşdar bûn. Di dengdanê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji 88 dengan 68 deng wergirtin û wek serokê nû yê Kurdistanê hat hilbijartin.

Beşek ji xiyanetkarên nav YNK çawa ku li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derketin û Kerkûk firotin, niha jî di çapemenîyê de li dijî serokatîya Nêçîrvan Barzanî derdikevin û antî propagandayê dikin. Her weha PKK jî wek şirîk û alîgirê YNK dijberîya xwe li dijî malbata Barzanî û serokatîya Nêçîrvan Barzanî didomîne.

Tê çaverêkirin ku Nêçîrvan Barzanî di 10ê Hezîranê de Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar bike. Bi vî awayî wê Mesrûr Barzanî jî wek serokwezîrê Kurdistanê dest bi wezîfeya xwe bike.