Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK dîsa di lîsta terorê de ma
 
PKK dîsa di lîsta terorê de ma
2019-03-03 16:18
MediaKurd > info@mediakurd.com

Wek tê zanîn, ji 1997an ve PKK di lîsta terorê de ye û wek rêxistinek terorîst tê naskirin.

Rêveberîya Amerîkayê, her 5 salan carekê nirxandinekê li ser rêxistinên terorîst dike û biryara xwe di derbarê rewşa wan de dide. Rêveberîya Amerîkayê, di nirxandina xwe ya îsal de daxuyanîyek da û di derbarê rewşa PKK de dîtinên xwe eşkere kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, di daxuyanîya xwe de anî zimên ku zêdeyî 20 salan e PKK di lîsta terorê de ye û li hember terorîzma PKK ew ligel hevkaraên xwe û ligel Tirkîyê kar dikin.

Di daxuyanîyê de tê eşkere kirin ku wê hikûmeta Amerîka li Ewrûpayê şerê li dijî tevgerên fînansman ên PKK bidomîne û tê gotin: " Amerîka, şerê li dijî fînansmanî ya PKK jî di nav de, ewê bi hevkarê xwe yê NATO Tirkîyê re şerê li dijî PKK bidomînin. Em dixwazin ji gelê Amerîka û civaka navnetewî re eşkere bikin ku PKK rêxistinek terorîst e û ji lîsta terorê nehatiye derxistin".