Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Senator Graham kêfa Tirkan anî
 
Senator Graham kêfa Tirkan anî
2019-01-21 19:36
MediaKurd > info@mediakurd.com

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham, berî niha xwedî li Kurdên Rojava derketibû û ew wek hevkar û alîkarên xwe destnîşan kiribû. Lê piştî ku Graham serdana Tirkîyê kir û bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtin kirin, vê carê dîtinên xwe guhertin û li gor dilê Tirkan axivî, kêfa dewleta Tirk anî.

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham, di serdana xwe ya Tirkîyê de bi Serokkomarê Tirkîyê Erdogan û Wezîrê Derve Çavuşoglû re hevîtin kirin. Piştî hevdîtinê, Graham bi preskonferansekê encama hevdîtinên xwe eşkere kir û got ku “ Têkilîya YPG bi PKK re heye û belgeyên vê yekê pir eşkere ne”.

Li gor Graham, serokê berê yê Amerîkayê Obama xeletî kiriye ku YPG çekdar kiriye û ev yek ji bo Tirkîyê xeterîyek mezin e. Li gor Graham, divê derketina ji Sûrîyê bi plan û proje be, derketina bê plan û proje vê kaos û alozîyê bi xwe re bîne û ev yek jî wê ji bo Tirkîyê ne baş be.