Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Nexşerêya 11 xalî
 
Nexşerêya 11 xalî
2019-01-21 18:51
MediaKurd > info@mediakurd.com

Li gor hatiye ragihandin, rêveberîya xweser a Rojavayê Kurdistanê, ligel Rûsya û hikûmeta Sûrîyê hevdîtin pêk anîne û ji bo çareserîya pirsgirêkan nexşerêyek ku ji 11 xalan pêk tê pêşkêş kiriye.

Li gor ku Şerqu’l Awsad belav kiriye, ew 11 xalên ku rêveberîya xweser pêşkêşî desthilatdarîya Şamê kiriye ev in:

1- Paytexta Sûriyê Şam e û welatekî unîter, yekgirtî û sînorên wê li qada navdewletî hatiye naskirin.

2-Serokê hilbijartî Beşar Esed serokê tevahîya Sûrîyê ye.

3-Çavkanîyên siruştî, dewlemendîya hemû welatîyan a netewî ye.

4-Di siyaseta derve û biryarên platformên navdewletî de, polîtîka dewletê ya ku di destûrê de hatiye destnîşankirin, tê naskirin.

5-Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) ala fermî ya Sûrîyê tê naskirin.

6-Alîyê Kurd yekbûna artêşa dewletê nas dike, lê ji bo HSD jî bibe beşek ji wê artêşê gotûbêj dikarin bên kirin.

7-Bi guhertina destûrê re divê rewşa awarte li welêt bê rakirin. Yan jî qet nebe destûra lihevkirinê bê çêkirin û reformên qanûna partîyan bên kirin.

8-Divê rêveberîya Şamê xweserîyê nas bike.

9-Divê hemû kiryarên cudaxwazî yên li hember gelê Kurd bên rakirin.

10- Divê Kurd jî tevî Suryanî, Turkmen, Ereb û pêkhateyên din, wek pêkhateyek girîng a gelê Sûrîyê bên naskirin.

11-Herêma Kurdan jî di nav de, ji bo hemû herêmên din, divê budçe bê diyarkirin.