Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîka xiyanetê nake
 
Amerîka xiyanetê nake
2019-01-10 21:13
MediaKurd > info@mediakurd.com

Biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû ewê ji Sûrîyê derkevin, heta îro jî tê nîqaşkirin. Çi li Amerîkayê û çi jî di nav welatên hevpeyman û welatên Yekîtîya Ewrûpayê rexne li biryara Amerîkayê hatin û tên girtin û nerazîbûn tên nîşandan. Bi taybet tê xwestin ku rewşa Kurdên Rojava, ku di bin xetera êrîşa dewleta Tirk de ne, li ber çav bê girtin û pêşeroja Kurdên Rojava bê himandin.

Piştî rexneyên li dijî biryara Donald Trump, xuyaye di helwest û biryara Amerîkayê de guhertin çêbûye û biryara Trump di ber çav re hatiye derbaskirin. Amerîka ji bo derketina ji Sûrîyê şertan dide pêş û şertê herî mezin jî xelaskirina DAÎŞê û derxistina hêzên Îranê ye. Helbet rewşa Kurdan û pêşeroja wan jî kêm zêde li ber çav tê girtin.

Di vê derbarê de gelek rayedarên Amerîkî û hikûmeta Trump serdana Rojhilata Navîn, Kurdistan û welatên din dikin. Di van serdan û hevdîtinan de tê eşkerekirin ku wê halîhazir Amerîka ji Sûrîyê dernekeve û ewê xiyanetê li dost û hevkarên xwe neke.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, piştî serdana Kurdistanê, li Kahîreya Misrê axivî û anî zimên ku wê Amerîka tu carî xiyanetê li hevkarên xwe (Kurdan) neke. Pompeo herweha got ku Serok Trump dîsa dixwaze li Sûrîyê serdestîyek leşkirî pêk bîne.