Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Kurd lehengên mezin in
 
Kurd lehengên mezin in
2018-12-26 18:21
MediaKurd > info@mediakurd.com

Biryara ku Serokê Amerîkayê Trump di derbarê vekişîna ji Sûrîyê de da, serê gelek dewletan û bi taybet jî serê Kurdan tevlihev kir. Derketina Amerîka ya ji Sûrîyê tê wateya serketina Rûsya, Îran, Tirkîye û grûpên terorîst yên wek Artêşa Azad a Sûrîyê û DAÎŞê. Bi derketina Amerîkayê xetera herî mezin ew e ku Tirkîye têkeve Rojavayê Kurdistanê û wêderê jî wek herêma Efrînê dagîr bike. Helbet bi vê dagîrkirinê re wê Kurdan jî qetil bike.

Di vê derbarê de Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Şaked, şik û gumanên xwe anîn zimên.

Ayelet Şaked, ji çapemenîyê re anî zimên ku vekişîn û derketina Amerîkayê ji bo Îsraîlê pêngaven ne baş e. Erdogan neyarê Cihûyan e û ev pêngav destê Erdogan bihêz dike

Şaked, bi berdewamî got ku "Kurd lehengên mezin in. Bi xêra Kurdan welatên Rojava di şerê dijî DAIŞê de bi ser ketin. Ew hevpeymanên me ne û hêvîdarim di têkoşîna xwe ya dijî Tirkan de biserkevin. Hêvîdarim civaka navnetewî nehêle Erdogan Kurdan qetil bike.”