Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Mesrûr serokwezîr û Nêçîrvan serokê Kurdistanê
 
Mesrûr serokwezîr û Nêçîrvan serokê Kurdistanê
2018-12-03 14:29
MediaKurd > info@mediakurd.com

Piştî ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xwe ji seroktîya herêma Kurdistanê vekişand, nîqaşên li ser serokatîya herêma Kurdistanê berdewam bûn. Her çiqasî partîyên wek YNk û partîyên dijberên PDK nedixwestin kesek ji malbata Barzanîyan bibe serokê Kurdistanê û li dijî vê yekê hewlên mezin dan jî, Encumena Serkirdayetîya PDK biryara xwe da.

Encumena Serkirdayetîya PDK, biryar da ku ji bo serokwezîrtîyê Mesrûr Barzanî û ji bo serokatîya herêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî bibin namzet.

Di vê derbarê de Berdevkê PDK Mehmûd Muhammed, ragihand ku wê Mesrûr Barzanî ji bo serokwezîrtiyê û Nêçîrvan Barzanî jî ji bo serokatîya Kurdistanê bên destnîşankirin.

Serketina Namzetîya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ji niha ve eşkere ye. Ji ber ku PDK hem li Kurdistanê û hem jî di parlamentoya Kurdistan û Iraqê de partîya herî xurt e, bi çavekî misoger li serkeftina herdu Barzanîyan tê nerîn.