Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Barzanî: Kerkûk Kurdistanî ye
 
Barzanî: Kerkûk Kurdistanî ye
2018-11-30 19:02
MediaKurd > info@mediakurd.com
Piştî demek dirêj Serok Barzanî serdana Bexdayê kir û bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk anîn. Serok Barzanî, wek serokdewlet hat pêşwazîkirin û serdana wî ji alî Amerîka û gelek welatên hevpeyman ve bi erênî û kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Ji derveyî PKK û çapemenîya PKK, temamê Kurdan û dezgehên Kurdan serdana Barzanî bi erênî nirxandin û kêfxweşîya xwe anîn zimên. Her çiqasî serdana Barzanî raserî hinek rexneyan hat jî, Barzanî di hevdîtin û daxuyanîyên xwe de carek din anî zimên ku ew dixwazin pirsgirêkan bi dostanî û siyasî çareser bikin û ji ber vê yekê wî serdana Bexdayê kiriye.

Barzanî, di bersiva rojnamevanan de sedema serdana xwe ya Bexdayî eşkere kir û got ku ‘’Em dixwazin pirsgirêkên xwe yên li gel Bexdayê bi rêya guftûgo û dîalogê çareser bikin’’.

Barzanî, di axavtin û bersivên xwe de anî zimên ku wan li Bexdayê behsa hemû pirsgirêkan kiriye û got: ’’Adil Ebdulmehdî ji pirsgirêka Kurd û Kurdistanê fêhm dike. Bi taybet navçeyên dervey îdareya herêma Kurdistanê. Em gihiştin têgihiştinek baş ku bi nîqaş û madeya 140 ew pirsgirêk bên çareserkirin’’.

Barzanî, di axavtina xwe de behsa Kerkûkê û girîngîya Kerkûkê jî kir, got ku ’’Pêwîste Kerkûk bibe nimûneya jiyanek hevbeş. Lê li ser nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê em tucar nermîyê nîşan nadin’’.

Serok Barzanî, bi erênî û bi hêvî behsa serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir û anî zimên ku ew bi hêvî ye Adil Ebdulmehdî ne wek serokwezîrên berê be. Herweha got ku ’’heke min zanîbûya kesekî wek Adil Ebdulmehdî ne li Bexdayê ye, ez nediçûm Bexdayê’’.