Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîkayê YPG hişyar kir
 
Amerîkayê YPG hişyar kir
2018-11-14 17:29
MediaKurd > info@mediakurd.com

Têkilî û hevkarîya YPG û PKK serê Amerîkayê dêşîne. PKK di qada navnetewî de wek rêxistinek terorîst û hevkarê Îranê tê naskirin. YPG jî halîhazir hevkar û hevpeymanê Amerîka û Hêzên Hevpeyman e û ji alî Amerîkayê ve ne wek terorîst, lê wek hevpeyman tê qebûlkirin. Wek tê zanîn, rêvebirên YPG û PYD wek parçeyek ji PKK kar dikin û fermanên xwe ji Qendîlê distînin. YPG wek artêşek serbixwe şer nake û di bin bandora siyaseta PKK de şer dike. Ev yek jî tê wateya ku PKK û YPG xizmeta siyaseta Îranê dikin.

Amerîka bi vê yekê ne razî ye û ev rewş hem li Sûrîyê û hem jî di qada navnetewî de serê Amerîkayê dêşîne. Ji ber vê jî, Amerîkayê berî çend rojan xelatek bi 12 milyon dolar da ji bo ku 3 rêvebirên PKK (Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan) bên girtin da ku bandora PKK ji ser YPG rabe.

Li gor çavkanîya yek ji rêveberîya Desthilatdarîya Xweser a Rojava, di van dawîyan de ji ber têlilîya bi PKK re navbera Amerîka û YPG nexweş bûye û Amerîkayê hişyarîyek tund daye YPGê. Li gor heman çavkanîya ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ji ber têkilîyên YPG û PKK Amerîka rê dide ku Tirkîye Rojava bombebaran bike û Amerîkayê desteka xwe ya hewayî ji ser HSD qut kiriye. Ji ber ku Amerîkayê desteka xwe ya hewayî ji HSD qut kiriye, DAÎŞê gundên derûdora Hecîn û Sûsê xistine bin kontrola xwe. Di vê êrîşa DAÎŞê de HSD darbeyek mezin xwaribû û operasyona li dijî DAÎŞê rawestandibû.

Li gor heman çavkanîyê, Amerîkayê nameyek ji PKK û YPG re şandiye û peyamên pir tund û hişk dane herdu alîyan.