Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Jeffrey:Em dixwazin YPG ji PKK dûr bixin
 
Jeffrey:Em dixwazin YPG ji PKK dûr bixin
2018-11-09 21:01
MediaKurd > info@mediakurd.com

Amerîkayê biryara girtina rêvebirên PKK (KCK) Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Murat Karayilan da û ji bo girtina wan 12 milyon dolar xelat pêşkêş kir. Ev biryar ji alî gelek alîyan ve bi du cûreyan hat nirxandin. Yek jê dilxweşkirina dewleta Tirk, ya din jî qutkirina têkilîyên PKK û YPG.
Di vê derbarê de Nûnerê Amerîka yê karûbarên Sûriyê James Jeffrey, helwest û armanca Amerîkayê eşkere kir û got: “PKK terorîst e, lê YPG ne terorîst e. Em dixwazin YPG ji PKK dûr bixin“.

Ji xwe ji serî de gava Amerîkayê li Rojava çekên giran didan YPG û bi her awayî alîkarîya wê dikir, dihat texmînkirin ku Amerîka PKK û YPG naxe heman mêzînê û dixwaze YPG ji bin bandora PKK derxîne. Ji ber ku Amerîka halîhazir dixwaze li Sûrîyê mayende be, ji YPG û Kurdan pêve dostên wê tunene û ji bo ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê bixwazin hinek berjewendîyên netewî bidestxin jî, divê ji bin bandora PKK û siyaseta wê derkeve û bibe hêzek Kurdistanî.

James Jeffrey, di konferansek rojnamevanî de helwesta Amerîkayê carek din eşkere û zelal kir û anî zimên ku helwesta Amerîkayê li hember PKK zelal e, PKK terorîst e, lê YPG ne terorîst e û hevkarê Amerîkayê ye.