Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Rejîma Sûrîyê dixwaze Rojava dagîr bike
 
Rejîma Sûrîyê dixwaze Rojava dagîr bike
2018-11-05 20:38
MediaKurd > info@mediakurd.com

Li Rojavayê Kurdistanê derfetên mezin ketibûn destê PYD. Lê generalên Qendîlê û siyaseta PKK nehişt û nahêle ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê bibin xwedîyê destkeftîyên netewî û dewleta Kurdî ava bibe. PKK û PYD naxwazin Sûrîye parçe bibe û Rojavayê Kurdistanê dikin bi qurbana xaka Sûrîyê.

Piştî terikandin û têkbirina Efrînê, dewleta Tirk Efrîn û derûdora wê dagîr kir û ji xwe ev yek jî bi şêwr û mişêwra dewleta Tirk û Îmralîyê hatibû kirin. Berî dagîrkirina Efrînê, Mûrat Karayilan eşkere kiribû ku rayedarên dewleta Tirk serdana Îmralîyê kirine û piştî wê serdanê jî çekdarên YPG xwe ji Efrînê paşde vekişandin û Efrîn ji dewleta Tirk re hiştin.

Dewleta Tirk niha derûdora Kobanê topbaran dike û Erdogan rasterast dibêje ku ewê nehêlin li Rojhilatê Feratê, ango li Rojavayê Kurdistanê Kurd bibin xwedîyê tiştekî. Ev yek jî hêvîyê dide rejîma Sûrîyê û jê re rê ji dagîrkirina bajarên Rojavayê Kurdistanê re vedike.

Çavkanîyên herêmê radigihînin ku rejîma Şamê gelek çek û sîlehên giran şandine derûdora bajarê Hesekê û Qamişlo û li benda êrîşkirina Tirkiyê ye. Ger Tirkiye êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike, wê rejîma Şamê jî bajarên Hesekê û Qamîşloyê dagîr bike û ji bin kontrola PYD û YPG derêxe.

Yek ji sedema wêrekîya rejîma Şamê jî helwesta Amerîkayê ye. Çawa ku Amerîka li Efrînê bêdeng û bê alî ma û çavên xwe ji dagîrkirina Efrînê re girt, di derbarê Hesekê û Qamişlo de jî bêdeng e. Ev yek jî hêvî û wêrekîyê dide rejîma Şamê.