Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Platforma berî hilbijartinê
 
Platforma berî hilbijartinê
2018-10-30 18:32
MediaKurd > info@mediakurd.com

Partiîya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiîya Demokratîk ya Herêman (DBP), Partîya Sosyalîzm û Azadîyê (OSP) Partîya Demokrat a Kurdistana Bakur (PDK-B), Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê (PDK-T) Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Azadîyê li Amedê bi navê Platforma Paraztin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî platformek ava kirin.
Di daxuyanîya civînê de hatiye gotin ku “Armanca avakirina vê platformê ew e ku zimanê Kurdî bê paraztin, bibe zimanê fermî û di dibistanan de wek zimanê perwerdeyê bê bikaranîn“.

Balkêş e, çi dema ku hilbijartin nêzîk dibin, partîyên siyasî tên cem hev û bi hinek daxwaz û gotinên xweş dixwazin Kurdan bixapînin û deng û rayên wan bistînin. Berî hilbijartina serokkomarîya Tirkîyê jî heman partî hatin cem hev û li ser çend xalan li hev kirin. Lê generalên Qendîlê zixt û zirt li HDP kirin û tifaqa wan partîyan pêk nehat.

Di vir de sosreta herî ecêb û mezin ev e. HDP ev çend sal in di parlamentoya Tirkîyê de ye û 50-60 wekîlên wê hene. Lê rojek ji rojan di meclîsa Tirkîyê de behsa zimanê Kurd nekiriye, doza perwerdeya bi zimanê Kurdî ji hikûmet û dewletê nekiriye. Lê berî hilbijartinên herêmî qaşo doza paraztin û pêşvebirina zimanê Kurdî dike. Ev jî dide xuyakirin ku ev partî di doza zimanê Kurdî de jî ne samîmî û ne dilxwaz in.