Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Gelo wê li Sûrîyê aştîyek siyasî pêk bê?
 
Gelo wê li Sûrîyê aştîyek siyasî pêk bê?
2018-10-27 21:22
MediaKurd > info@mediakurd.com

Amerîka xwe li Sûrîyê bi cîh dike û ragihand ku heta hebûna Îranê li Sûrîyê hebe, ewê ji Sûrîyê dernekeve. Mana Amerîka ya li Sûrîyê şik û gumanan ji Rûsya, Îran û Tirkîyê re çêdike. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûrîyê û yekrêzîya xaka Sûrîyê, Rûsya, Îran, Tirkîye û Sûrîye gelek caran hatin û tên ba hev û nîşan didin ku di mesela Sûrîyê de yek rêz û yek tifaq in.

Vê carê Rûsya, Almanya, Fransa û Tirkîye li ser mijara Sûrîyê û çareserîyên pirsgirêkên Sûrîyê li Stenbolê hatin ba hev û civîyan. Serokkomarê Tirkîyê Erdogan berî civînê dîsa dubare kir ku ewê berê xwe bidin Rojhilatê Feratê û nehêlin Kurd tiştekî bidest bixin.

Di derbarê Sûrîyê de Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, anî zimên ku bi alîkarîya Rûsya, Îran û Tirkîyê li piranîya xaka Sûrîyê ji grûpên terorîst hatiye pakijkirin û Sûrîye gav bi gav ber bi aştîyê ve dimeşe. Pûtîn, got ku li aştîya li Sûrîyê incex bi rêyên dîplomatîk çareser dibe û divê xelkên Sûrîyê çarenûsa xwe bi xwe destnîşan bikin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, anî zimên ku pirsgirêka wan a yekem tekoşîna li dijî terorê ye, tekoşîna me ya li dijî grûpên terorîst didome. Em qebûl nakin ku rejîma Sûrîyê êrîşî Idlîbê bike. Em alîgirên wê yekê ne ku li Idlîbê agirbestek mayende bê ceribandin. Divê li Sûrîyê çareserîyek siyasî bê dîtin ku hemû Sûrîyeyî karibin vegerin welatê xwe.

Seroka Almanyayê Angela Merkel jî di derbarê Sûrîyê de dîtinên xwe anîn zimên. Merkel, anî zimên ku ji bo felaketên mezintir pêk neyên em dixwazin tiştê ji destê me tê bikin. Divê ne tenê çareserîyek leşkirî, herweha çareserîyek siyasî jî bê dîtin. Pêwistîya çareserîyê ji me hemûyan re eşkere û aşîyan e. Ji bo ku xelkên Sûrîyê karibin vegerin welatê xwe, çareserîyek siyasî pêwist e.

Balkêş e, di encama belavoka civîna çarqolî de qet behsa Kurdan û pirsgirêka Kurd nehat kirin.