|
Şirîkê xiyaneta Kerkûkê bû serokkomarê Iraqê |
|
2018-10-14 19:52 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Beerhem Salih yek ji şirîkên xiyanet û firotina Kerkûkê ye. Piştî ku ji YNK cuda bû partîyek ava kir, lê biserneket. Berî ku hilbijartina serokkomarîya Iraqê bê kirin, li ser daxwaza Îranê dîsa vegerîya nav refên YNK û bi dek û dolaban wek serokkomarê Iraqê hat hilbijartin.
Helbet hilbijartina Berhem Salih jî wek xiyaneta Kerkûkê bi bêbextî hat kirin. Bi ser ku PDK û YNK li ser namzetek hevbeş li hev kiribûn, grûpa xiyanetê bêyî agahdarîya PDK û bêyî beşdarîya PDK Berhem Salih di parlamentoya Iraqê de wek serokkomar da hilbijartin. Ev yek jî bi zixt û daxawaza Îranê çêbû ji ber ku Berhem Salih zilamê wan e û li dijî parçekirina Iraqê û li dijî serxwebûna Kurdistanê ye.
Berhem Salih dubare û sêcare anîye zimên ku wek serokkomar ewê li dijî parçekirina Iraqê raweste. Ev jî tê wê wateyê ku wê Berhem Salih jî wek Celal Talabanî û Fûad Mahsûm tê xêrekê negihîne Kurdan û ne di xizmeta Kurd û Kurdistanê de be.
Di vê derbarê de Amerîkî Washington Post jî heman rastî anî zimên û da zanîn ku Berhem Salih bûye serokomarê Iraqê da ku rê li ber parçebûna Iraqê bigre.
|
|
|