Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Kes nikare îrade û kerameta me bişkîne
 
Kes nikare îrade û kerameta me bişkîne
2018-09-26 18:41
MediaKurd > info@mediakurd.com

25ê Îlonê salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Di 15ê Îlona 2017an de ji %93 ji milletê Kurd ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re got erê û helwesta xwe eşkere kir. 25ê Îlonê ket dîroka Kurdistanê û heta Kurd sax bin wê ev roja pîroz di dil û mejîyê Kurdan de cihê xwe biparêze.

Serok Barzanî, bi minasebeta hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê beşdarî mîtînga PDK bû û axivî. Di axavtina xwe de Barzanî behsa referandûma serxwebûnê jî kir, anî zimên ku “Kurdan tawanek nekir, me xwest em nîşan bidin ku em çarenûsa xwe dixwazin û dixwazin serbest bijîn. Xwestin ku îrade û kerameta me bişkînin. Me biryara mirina xwe da lê wê îrade û kerameta me neşikê“.

Serok Barzanî, ji bo referandûma 25ê Îlona 2017an jî spasî li beşdaran kir û got: Par wek îro, di vê roja pîroz de we bi dengê xwe li ser çarenûsa xwe biryar da. Ez wan tilîyên ku di wê rojê de deng dane serxwebûna Kurdistanê maç dikim”.

Serok Barzanî, di dewamîya axavtina xwe de behsa rewşa Kurdistanê û şerê çekdarî jî kir, anî zimên ku ger Kurd bên kujtin jî ewê rûmet û îradeya xwe ji dest bernedin û got: “““ Di vê pêvajoyê de derket holê ku bi çek û agir ti pirsgirêk nayê çareserkirin.Pirsgirêka Kurd tenê bi rêya diyalogê çareser dibe. Divê pirsgirêk bi rêya goftûgo û rêzgirtinê bên çareserkirin û em destê aştî û biratîyê dirêjî her kesî dikin. Em 100 salên din jî şer bikin rêya çareseriyê her heman rê ye û bi şer ti alî sernakeve”.