Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PDK li dij Berhem Salih e
 
PDK li dij Berhem Salih e
2018-09-22 22:55
MediaKurd > info@mediakurd.com

Berhem Salih, ku ji YNK cuda bûbû û di xiyaneta Kerkûkê de jî rola xwe lîztibû, bi YNK re li hev kir û bû namzetê serokkomarîya Iraqê yê YNK.

Berhem Salih, ne tenê wek şirîkê xiyaneta Kerkûkê, lê herweha wek zilamê Îranê jî tê naskirin. Ji xwe namzetîya wî jî bi daxwaza Îranê çêbûye da ku rê li ber namzetê PDK bê girtin û destê PDK û Barzanî di rêvebirina hikûmeta Iraqê de xurt nebe.

Di derbarê namzetîya Berhem Salih de PDK helwesta xwe eşkere kir û namzetîya wî qebûl nake.

Serkreterê Polîtburoya PDK Fazil Mîranî, di derbarê Berhem Salih de ragihand ku PDK namzetîya Berhem Salih qebûl nake û wê namzetê PDK ji alî Serok Barzanî ve bê destnîşankirin.