Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Armanca me Kurdistanek bihêz û mafê çarenûsî ye
 
Armanca me Kurdistanek bihêz û mafê çarenûsî ye
2018-09-14 20:16
MediaKurd > info@mediakurd.com

Partîya demokrata Kurdistanê PDK, ji bo hilbijartinên 30ê Îlonê ya ji bo parlamentoya Kurdistanê dest bi pêvjoya propogandayê kir. Bi vê minasebetê Endamê Polîtburoya PDK Mesrûr Barzanî, li bajarê Duhokê beşdarî merasîma danasîna namzetên PDK yên ji bo hilbijartinên Kurdistanê bû û axivî.

Mesrûr Barzanî, di axavtina xwe de anî zimên ku ” Armanca wan ya herî mezin bidestxistina mafê çarenûsî û Kurdistanek bihêz e. Lê mixabin me hê ev yek pêk neanîye”.

Di merasîma ku li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê pêk hat, Mesrûr Barzanî namzetên PDK dan nasîn û bang li milletê Kurd kir ku biçin ser sindogan û dengê xwe bidin.

Mesrûr Barzanî, di axavtina xwe de behsa girîngîya meha Îlonê kir û got: “Meha Îlonê ji bo milletê Kurd meha destkeftin û qezencê ye. Di referandûma 25ê Îlona 2017an de ji %93 milletê Kurd ji bo serxwebûna Kurdistanê û cudabûna ji Iraqê re got erê. Ev referandûm ji bo PDK destkeftinek dîrokî ye. Dîrokê nîşan da ku heke ne ji xiyanetkarên navxweyî be wê Kurdistan nikaribe bê dagîrkirin. Divê Kurdistanî dengên xwe bidin Kurdistanparêzan. PDKyek bihêz, Kurdistanek bihêz e. Ev gelek caran hatiye îspatkirin”