Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Çavsorîya Îranê
 
Çavsorîya Îranê
2018-09-14 19:52
MediaKurd > info@mediakurd.com

Îrana dagîrker roj namîne ku xortên Kurd îdam neke û kolberên Kurd nekuje. Ev jî ne bes e, îcar bi mûşekan êrîşî ser baregehên PDK-Î dike, kadir û rêvebirên wê dikuje. Berî bi çend rojan dewleta îranê ji Silêmanîyê mûşek avêtin baregeha PDK-Î ya li gundê Koyê nêzîkî bajarê Hewlêrê û bi dehan kadir û rêvebirên PDK-Î şehîd kirin.

Êrîşa Îrana xwînmij ji alî Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ve hat şermezarkirin. Herweha ji derveyî alîgirên PKK, piranîya Kurdên li seranserê cîhanê ev êrîşa hov şermezar kirin û derketin kolanan.
Rayedarên Îranê bi vê êrîşa hovane dixwaze çavê Kurdên Rojhilat herweha çavê rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê bitirsîne û peyamekê bide Amerîkayê jî.

Di vê derbarê de Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê Muhammed Alî Caferî, li ser êrîşa Koyê ku 18 kadir û rêvebirên PDK-Î hatibûn şehîdkirin, got ku ev êrîş ji bo hemî dijminên me peyamek e.

Muhammed Alî Caferî, li ser êrîşa Koyê ya ku li dijî PDK-Î û HDKê hatibû kirin û di encama êrîşê de 18 kes hatibûn şehîdkirin û 49 kes jî hatibûn birîndarkirin, daxuyanîyek da û got: “Ev êrîş ji bo dijminan, bi taybetî jî ji bo hêzên mezin ku bawerin wê bi zordestiyê serê me bitewînin, peyamek e”.

Muhammed Alî Caferî, bi vê daxuyanîyê peyamek daye Amerîka û hêzên hevpeymanên wê û herweha daye Kurdan bi xwe jî. Li gor Muhammed Alî Caferî, ewên ku dijminatî û dijberîya Îranê bike, wê aqûbeta êrîşa Koyê bê serê wan.