|
Amerîka li Sûrîyê mayende ye |
|
2018-09-08 15:40 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokê Amerîkayê berî bi pênc şeş mehan digot ku wê Amerîka leşkirên xwe ji Sûrîyê vekişîne û dixwaze ji Sûrîyê derkeve. Lê niha dide zanî ku ji bo berjewendîyên Amerîkayê divê li Sûrîyê bimîne û demek dirêj jê dernekeve.
Sedema ku Amerîka dixwaze li Sûrîyê bimîne bi nêzîkbûna operasyona Idlîbê dest pê kir. Piştî ku Rûsyayê Idlîb bombebaran kir, Amerîkayê jî helwesta xwe guhert û dixwaze li Sûrîyê mayende be.
Di derbarê Sûrîyê û mijara Amerîkayê de rojnameya Waşîngton Post nûçeyek girîng weşand û anî zimên ku Donald Trump qebûl kiriye ji bo berjewendîyên Amerîka û daxwazên Waşîngtonê li Sûrîyê bimîne û zixtên xwe yên siyasî û leşkirî li herêmê zêdetir bike.
Li gor Waşîngton Postê, şerê li dijî DAÎŞê hindik maye û dor hatiye wê yekê ku hêzên Îranê ji Sûrîyê bên derxistin. Ji ber vê yekê jî wê Amerîka li Sûrîyê mayende be û jê dernekeve.
|
|
|