Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Gelo wê Amerîka ji Sûrîyê derkeve?
 
Gelo wê Amerîka ji Sûrîyê derkeve?
2018-08-31 19:19
MediaKurd > info@mediakurd.com

Derketina Amerîka ya ji Sûrîyê ji zûv de tê nîqaşkirin, lê heta niha tu çareserîyek berbiçav nehatiye dîtin. Di van demên dawîn de derketina Amerîka ya ji Sûrîyê dîsa tê nîqaşkirin û hetta dibêjin hevdîtin jî hatine kirin.

Li gor rojnameya Libnanî El Exbar ragihandiye, şandeyek bilind ya îstîxbarata Amerîkayê bi balafirek Îmaratê çûye Şamê û bi serok û rêvebirên îxtîxbarata Sûrîyê û fermandarên artêşa Sûrîyê re hevdîtin kiriye.

Li gor El Exbar dibêje, xwedêgiravî herdu alîyan li ser çend xalan li hev kirine û biryar dane ku bi qasidîya Îmarat û Rûsyayê pêwendîyên xwe berdewam bikin..

Li gor agahdarîya rojnameya El Exbar, şanda Amerîkayê ji bo derketina ji Sûrîyê 3 merc danîne ber rayedarên Sûrîyê û ew jî “derketina hêzên Îranê ji Sûrîyê, rê ji şîrketên Amerîkî re bê vekirin ku karibin beşek ji petrola rojhilatê Sûrîyê bi kar bînin û agahdarkirina terorîstên li Sûrîyê“.

Heke ev hevdîtin û şertên Amerîkayê rast bin, wê Kurdên Sûrîyê di çi astê de bin kes nizane.