Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Heta Erdogan hebe têkilî sererast nabin
 
Heta Erdogan hebe têkilî sererast nabin
2018-08-24 00:24
MediaKurd > info@mediakurd.com

Dezgeha Wilson Centerê civînek li Waşîngtonê pêk anî û di civînê de li ser têkilîêyên Amerîka û Tirkîyê hat rawestandin.

Rojnamevan, zanyar û pisporên ku beşdarî civînê bûn, di wê bawerîyê de bûn ku bingeha nakokîyên di navbera Amerîka û Tirkîyê de ji keşe Andrew Brunson dest pê nake û heke Brunson servest bê berdan jî wê nakokîyên di navbera Amerîka û Tirkîyê de bidomin.

Yek ji beşdarvanên civînê pisporê CÎAyê Henrî Barkey bû. Barkey, got ku mijar û nakokî ne tenê keşe Brunson e, mijarên din jî hene û got: “Mijara ku Amerîkayê li dijî DAÎŞê destek daye Kurdên Sûrîyê û mijara ku Tirkîye ji Rûsyayê S-400an dikire du mijarên bi serê xwe ne. Tirkîye di her babetê de Amerîkayê wek berpirsiyar dibîne û bi xurtî dijberîya Amerîkayê tê kirin. Hikûmeta Tirkîyê xelkê li dijî Amerîkayê sor dike. Li gor min, heta ku Erdogan desthilatdar be wê têkilîyên navbera Amerîka û Tirkîyê her û her ziyandar bin. Rast e, Tirkîye endamê NATO ye lê wê pirsgirêkên navbera herdu welatan bidomin. Helbet wê rojekê keşe Brunson û yên din serbest bên berdan. Lê tam û xêra têkilîyan nemaye“.