Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Roman: Divê zixtên li ser Tirkîyê zêdetir bibin
 
Roman: Divê zixtên li ser Tirkîyê zêdetir bibin
2018-08-13 00:36
MediaKurd > info@mediakurd.com
Nakokî û pirsgirêkên di navbera Amerîka û Tirkîyê de zêdetir dibin. Bilindbûna dolar aborîya Tirkîyê jî serûbinê hev dike û desthilatdarîya Erdogan dihejîne.

Di derbarê zixtên li ser Tirkîyê de gelek pispor û navdarên Amerîkî dixwazin ku Amerîka zixtên zêdetir li Tirkîyê bike û cîh li Erdogan tengtir bike.

Di vê derbarê de Serokê Dezgeha Hişmendîya Forûma Rojhilata Navîn (MEF) Gregg Roman, ji televizyona Îsraîl Î24News re axivî û dîtinên xwe anîn zimên.

Roman, ji Î24News anî zimên û got: ”Zixtên ku li Tirkîyê tên kirin kêm û hindik in. Divê zixtên li ser Tirkîyê bên zêdekirin. Li Tirkîyê serokê HDP Demîrtaş girtî ye. Li gor min, divê Trump serokên Kurdên Bakur dawetî Qesra Spî bike. Divê hêzên me yên artêşê ji Tirkîyê derêxe û wan li Bulgaristan, Iraq yan jî Yûnanistanê bi cîh bike. Û hetta zêdetir, divê Trump li Qesra Spî rasterast bi Fethûllah Gulen re hevdîtinê bike. Her çiqasî Trump di polîtîka Tirkîyê de dereng ma jî, lê helwestek rast girt. Ez bi kiryarên Trump serbilind im”.

Heke nanokî û pirsgirêkên di navbera Amerîka û Tirkîyê de di demek nêzîk de ranewestin û rê li ber bilindbûna dolar neyê girtin, wê aborîya Tirkîyê jî wek aborîya Îranê têkeve bohranek mezin û wê di nav civaka Tirkîyê de nerazîbûnek mezin li hember desthilatdarîya Erdogan dest pê bike.