|
Yûsiv: Dan û stendinên bi Şamê re xizmetê ji doza Kurd re nakin |
|
2018-08-13 00:08 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Di derbarê hevdîtinên Encûmena Sûrîyeya Demokratîk û rejîmê de ENKS cuda difikire û di wê bawerîyê de ye ku MSD (PYD û YPG) di hevdîtinan de xizmetê ji doza Kurd re nake.
Endama Sekreterîya Giştî ya ENKS Fesla Yûsif, di derbarê hevdîtinên Encûmena Sûriyeya Demokratîk û rejîma Sûrîyê de axivî û got ku pirsa Kurd di civînên wan de nayê nîqaşkirin û tenê behsa Sûrîyeya demokratîk û biratîya gelan tê kirin.
Fesla Yûsif, ji çapemenîyê re got ku “Danûstendinên MSD û rejîma Sûrîyê ne di asta siyasî û dîplomasîyê de ne. Li gor em zanin tenê berpirsên ewlekarîya rejîma Sûrîyê ligel wan rûdinên.”
Yûsiv, tîne zimên ku MSD (PYD) tenê ji bo Sûrîyeyek demokratîk, biratîya gelan û ji bo îdeolojî û sîstema xwe kar dike.
|
|
|