Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Partîyên Rojhilat li dijî PKK derketin
 
Partîyên Rojhilat li dijî PKK derketin
2018-08-11 01:20
MediaKurd > info@mediakurd.com

Wek tê zanîn, PKK û dezgehên pêve girêdayî li dijî serxwebûna Kurdistanê ne û yekîtîya xaka dewletên dagîrker diparêzin. Yek ji wan dezgeha ku bi PKK ve girêdayî ye, li Rojhilatê Kurdistanê yekîtîya xaka Îranê diparêze û naxwaze partîyên Kurdistanê şerê îranê bikin, KODAR (Komelgeha Demokrat û Azad a Rojhilatê Kurdistanê) e.

Berî niha KODAR li dij derketibû û naxwaze partîyên Rojhilatê Kurdistanê şerê Îranê bikin û Îranê hilweşînin.

Di vê derbarê de 5 partî û alîyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê (Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK), Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKA), Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Sazimana Xebata Kurdistana Îranê) li hev civîyan, helwesta KODARê şermezar kirin û li dij derketin.