|
YPG bûye dergevanê yekîtîya xaka Sûrîyê |
|
2018-08-08 21:34 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
PKK û pêve girêdayî êdî rasterast dijminatîya Kurdistanê û dewletbûna Kurdistanê dikin û bûne dergevan û parêzerên sînorên dewletên dagîrkerên Kurdistanê. Êdî rêvebir û berdevkên wan aşkere vê yekê tînin zimên, dijminatîya netew-dewletbûna Kurdistanê dikin û li netew-dewletbûna dewletên dagîrker xwedî derdikevin.
Berdevkê fermî yê YPG Nûrî Mahmûd, ji malpera fermî ya PYD re aşkere kiriye û gotiye: “Paraztina yekîtîya axa Sûrîyê erka me ya niştimanî ye“. Nûrî Mahmûd, anîye zimên ku ew dixwazin temamê bajarên Sûrîyê rizgar bikin ji ber ku ev yek erk û wezîfa wan a niştimanî ye.
|
|
|