|
Almanya piştgirîya xwe didomîne |
|
2018-08-08 21:20 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Konsolosa nû ya Almanya Barbara Wolf û şanda li gel wê li Hewlêrê serdana Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û piştgirîya Almanyayê dubare kir.
Di hevdîtina herdu alîyan de peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya de hatin nîqaşkirin û Konsolosa Giştî ya Almanya Barbara Wolf, teqez kir ku wê welatê wan bi berdewamî hevkarî û alîkarîya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bike û bi hemû şiyanê ji bo pêşxistina peywendiîyên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de bixebite.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî jî dîtina xwe anî zimên û peywendîyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Almanya de bi dostane û mînakî wesif kir. Barzanî, herweha xwest ku peywendîyên di navbera herdu alîyan de bên berfirehkirin.
|
|
|