|
Profesorê Kurd xelata Nobel a matematîkê wergirt |
|
2018-08-02 21:34 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Profesorê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê ku di 1978an de li gundê Merîwanê hatiye dinê û wek penaber hatibû Brîtanyayê, bi şarezabûna xwe xelata Nobel a matematîkê wergirt.
1ê Tebaxa 2018an li bajarê Rio de Janeiro yê Brazîlyayê, merasîma xelata Fields a ji bo matematîkê pêk hat û di wê merasîmê de çar kesan xelat wergirtin. Yek ji wan jî zanayê Kurd, Profesor Koçer Bîrkar bû.
Koçer Bîrkar, profesorekê matematîkê ye û dema ku li Zanîngeha Tehranê xwendekarê lîsansê bû, çûye Brîtanyayê û daxwaza mafê penaberîyê kiriye.
Koçer Bîrkar, piştî wergirtina xelatê got ku “Ez hêvîdarim ev nûçe ken û şahîyê bixe ser lêvên 40 milyon Kurdên cîhanê.”
Bi stendina xelata matematîkê Koçer Bîrkar dilê temamê Kurdan xweş kir û Kurd bi xelat û şarezabûna wî serbilind bûn. Ji ber stendina xelatê û zîrekbûna Koçer, Serokê Kurdistanê û gelek siyasetmedar û rêvebirên Kurdistanê ew pîroz kirin,
|
|
|