Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Yeko yeko navê Kurdistanê radikin
 
Yeko yeko navê Kurdistanê radikin
2018-07-23 23:59
MediaKurd > info@mediakurd.com

PKK û PYD ji bo Kurd nebin dewlet û ji bo tunekirina navê Kurdistanê her xizmetê dikin.
Piştî rakirina navê Rojavayê Kurdistanê û bikaranîna Bakurê Sûrîyê, navê Kurdistanê ji ser her dezgehê tê rakirin. Ev jî dide xuyakirin ku PYD ji roja yekem de hevkar û şirîkê rejîma Sûrîyê ye.

Piştî Kongreya Demokratîk a Sûrîyê, navê sazîya dawîn a ku navê Kurdistanê li ser bû hat guhertin.

Li bajarê Reqayê berî niha kongreya sêyem a Meclîsa Demokratîk a Sûrîyê pêk hatibû. Di kongreyê de hinek guhertin hatin kirin.

Yek ji van guhertinan jî ew bû ku navê Kurdistanê ji ser hemû dezgehan bê rakirin.

Yek ji wan dezgehên ku navê Kurdistanê li ser bû Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bû. Asayîşa Rojavayê Kurdistanê wek Hêzên Ewlekarîya Navxweyî hat guhertin û herweha remza wê jî hat guhertin.

Balkêş e, navê hêzên rejîma Sûrîyê jî Hêzên Ewlekarîya Navxweyî ne.