|
PYD endamê PDK-S revand |
|
2018-07-11 17:51 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Zixt û dijminatîya ku PYD û asayîşa wê li ser Kurdên Rojava û Partîyên Kurdên Rojava dike, berdewam e. PYD a ku girtin û revandina endam û rêvebirên partîyên Kurd û partîyên endamên ENKS ji xwe re kiriye encama, vê carê ji endamê PDK-S Şoreş Murad revandin.
Asayişa PYD li bajarê Qamişlo endamê Partîya Demokrat a Kurdistanê – Sûrîye (PDK-S) Şoreş Murad revandin û aqûbeta wî ne diyar e.
Li gor jêderekî PDK-S ragihandiye, derengê şevê tîmek asayîşa PYD ketine mala endamê PDK-S Şoreş Murad û ew revandine.
Berî bi demekê asayîşa PYD li Dêrikê dîsa du kadirên heman partîyê girtibûn û revandibûn.
|
|
|