Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK naxwaze PYD û ENKS nêzîkî hev bibin
 
PKK naxwaze PYD û ENKS nêzîkî hev bibin
2018-07-03 20:20
MediaKurd > info@mediakurd.com

PKK tucar nexwestiye û naxwaze ku rêxistin û partîyên Kurdistanî nêzîkî hev bibin. PKK a ku dijminatîya Kurdistanek serbixwe û dewletbûna Kurdan dike, yekîtî û tifaqa partîyên Rojavayê Kurdistanê jî naxwaze.

Emîd Husamedîn Ewag, yê ku berê di nav hêzên HSD de bû û piştre ji Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) cuda bû, ji çapemenîyê re axivî dijminatîyek din ji dijminatîyên PKK eşkere kir.

Emîd Husamedîn Ewag, ku berî niha jî ji çapemenîyê re anîbû zimên ku tu erk û qudreta HSD tuneye û biryar tev ji Qendîlê ji wan re tên, îcar jî behsa PKK û tifaqa hêzên Rojavayê Kurdistanê kir.

Ewag, beşdarî programa Heftename ya internetê bû û got: “ Amerîka xwest em biçin Başûrê Kurdistanê û hewl bidin da ku PYD û partîyên din yên Kurdên Sûrîyê bibin yek. Lê PKK nexwest partîyên Kurdên Rojava bibin yek “.

PYD û asayîşa wê li Rojava meferê nadin partîyên ku di bin sîwana ENKS de ne. Rê li ber xebata wan digrin, ofîsên wan dişewitînin, endam û rêvebirên wan direvînin û dixin zindanan. Ev yek jî dide xuyakirin ku PYD bi serê xwe van kiryarên dijminane nake û wek Emîd Ewag gotiye, biryar tev ji Qendîlê tên.