|
Rûsya leşkirên xwe ji Sûrîyê vedikşîne |
|
2018-06-28 22:05 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokê rejîma sûrîyê Beşar esed bi xêra alîkarîya Rûsya û Îranê heta îro li ser lingan ma. Ji dema destpêka desthilatdarîya malbata Esed û heta îro
Rûsya li pişta Sûrîyê ye û xuyaye wê di pêşerojê de jî li pişta Sûrîyê be. Nîqaşên li ser vekişandina leşkirên Rûsya û Amerîkayê didomin.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn eşkere kir ku ew hêzên xwe ji Sûrîyê vedikşînin. Lê Amerîka xwe li Sûrîyê xurttir dike û stûnên xwe qewîntir dike.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, eşkere kir û ragihand ku vekişandina hêzên leşkerî ji Sûriyê didome û diyar kir ku di çend rojên dawî de 13 balafir, 14 helîkopter û 1140 leşker vegeriyane Rûsyayê.
Gelo wê Rûsya temamê hêza xwe ji Sûrîyê vekişîne yan tenê wê beşek ji hêza xwe vekişîne ne diyar e.
|
|
|