Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Sîstema Tirkîyê tê guhertin
 
Sîstema Tirkîyê tê guhertin
2018-06-25 21:47
MediaKurd > info@mediakurd.com
Bi vê hilbijartina 24ê Hezîranê re sîstema rêvebirîya Tirkîyê jî tê guhertin. Erdogan hem dibe serokê dewletê, hem serokê parlamentoyê û piranîya biryar û desthilatdarîyan di bin destên wî de kom dibin.

Serokkomar dibe dersthilatdarê ku karibe wezîran, piranîya endamên dadwerîyê, piranîya burokratên sereke û piranîya alîkarên serokkomar erkdar bike. Destnîşankirina butçeya Tirkîyê dikeve destê serokkomar û dişîne meclîsê.

Li gor sîstema nû, hilbijartinên serokkomarî û meclîsa Tirkîyê wê di heman rojê de bên kirin. Biryara hilbijartinên pêşwext wê hem ji alî serokkomar û hem jî ji alî meclîsê ve bê girtin.

Biryara hilbijartinên pêşwext wê ji alî 5/3 dengan ve bê girtin. Ango, ji 600 endamên meclîsê divê 360 wekîl bêjin erê.

Di sîstema nû de meclîsa Tirkîyê kare dozê li serokkomar veke û wî bişîne dadgehê. Ev yek jî bi pêşnûmeya 301 wekîl û bi dengê 360 wekîlî tê pêşkêşkirin û bi dengê 400 wekîlî rêya Dîwana Bilind jê re tê vekirin.

Di sîstema nû de, çawa ku li Amerîkayê dibe, wê dema serokatîyê bi du pêngavan sînordar be. Wê kesek tenê du caran karibe bibe serok û ev jî 5+5, ango 10 sal be. Ji bo ku kesek cara sêyem bibe serok, divê meclîs biryara hilbijartinek pêşwext bigre.

Di sîstema nû de heke cîhê serokkomar ji ber hinek sedeman vala bimîne, wê di 45 rojan de hilbijartin bê lidarxistin.