|
Talana li Efrînê berdewam e |
|
2018-06-21 18:08 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Çekdarên ku qaşo navê opozîsyona Sûrîyê li xwe dikin û dewleta Tirk piştgirîya wan dike, mal û milkê Kurdên Efrînê talan dikin, agir bi daristanan dixin û wan dişewitînin.
Li gor çavkanîyên herêmê dibêjin, çekdarên opozîsyona Sûrîyê hevalbendên Tirkîyê agir berdane daristana Gola Meydankê. Her çiqasî xelkê Efrînê artêşa Tirkiyê ji bûyerê agahdar kiribin jî, ji bo vemirandina êgir tiştek nehatiye kirin.
Ev nêzîkî hefteyekê ye ku her roj li derdora Meydankê û Şerayê agir bi daristanan dikeve û dengê teqînan ji herêmê tê.
|
|
|