Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Şerê çekdarî ziyanek mezin da Kurdan
 
Şerê çekdarî ziyanek mezin da Kurdan
2018-06-10 14:12
MediaKurd > info@mediakurd.com

Sosyologê Kurd Mucahît Bîlîcî, di derbarê hilbijartinan û HDP de axivî.

Mucahît Bîlîcî, di derbarê partîya HDP de got ku “ Herçiqasî wê di hilbijartinan de Kurd dengên xwe bidin HDP jî, lê wê di serê wan de şik û guman jî berdewam bikin. Di nav HDP de gelek kes, namzet û rêvebirên ku ji çepên Tirk in îro ji serkêşîya siyaseta Kurd dikin. Herkes zane ku ev yek di nav Kurdan de acizîyek mezin çêkiriye. Lê ji ber ku HDP ne partîyek azad e, tu wateya ku meriv gazindan jê bike jî tuneye“.

Bîlîcî, dibêje ku HDP hem ji alî PKK ve hem jî ji alî astengîyên dewletê ve ne azad e û dibêje: “ Ez bawer Selahattîn Demîrtaş wek serokkomar bê hilbijartin. Demîrtaş ji du alîyan ve ne azad û serbixwe ye. Yek ji alî PKK ve, ya din jî ji alî dewletê ve. Heke siyasetmedarên Kurd azad bin, wê bi rehetî karibin temsîla siyasetek berfireh û giştî bikin. Ez vê yekê ji bo kesên wek Osman Baydemîr jî dibêjim. Lê mixabin çi gava ku siyasetmedarên Kurd di karê xwe de kamil dibin, serê wan tê jêkirin. Yan rêxistina PKK yan jî dewlet nahêlin ku Kurd di polîtîkayê de kamil bibin“.

Bîlîcî, tîne zimên ku şerê çekdarî di van 10 salên dawîyê de ziyanek pir mezin daye Kurdan û pirsgirêka herî mezin a Kurdan bêtifaqî ye.