|
Em amadene bi rejîma Sûrîyê re rûnên |
|
2018-06-06 21:19 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Berî niha şandeyek ji Şamê çûbû Qamişlo û bi partîyên Kurd re hevdîtin kiribû. Ji bo rakirina qeyrana Sûrîyê û çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Rojava, dan û standin berdewam in.
Hevserokê Rêvebirîya TEV-DEM Aldar Xelîl, di derbarê dan û standinên bi Şamê re got ku ew amadene heyetekê bişînin Şamê. Aldar Xelîl, got ku ew dixwazin bi şandiya heyetê binerin ka hikûmeta Beşar Esad xweserîya Kurdan li bakurê rojhilatê Sûrîyê qebûl dike yan na.
Xelîl, ji AP re axivî û ji wan re ragihand ku ew amadene pêşeroja herêma bakurê rojhilatê Sûrîyê li gel hikûmeta Şamê nîqaş bikin.
|
|
|