Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ereb dijminatîya Kurdan dikin
 
Ereb dijminatîya Kurdan dikin
2018-06-03 18:23
MediaKurd > info@mediakurd.com

Her çiqasî PKK û PYD bi israr bratîya xelan dixwazin û xort û keçên Kurd ji bo wan dikin qurban jî, Ereb siyaset û îjadperestîya Erebî dajon û dijminatîya Kurdan dikin.

Artêşên komên Ereban pêşniyazek kirin ku li Sûriîyê li dijî Kurdan û Amerîkayê artêşek nû bê avakirin ûş piştgirîya rejîma Esed bê kirin.
70 eşîrên Erebên Sûrî û Iraqî, li Rojhilatê Helebê, li Dêr Hafirê civînek çêkirin û ketin nav şewr û mişêwran.

Di vê civînê de mezinên eşîrên Ereb anîn zimên ku ew dixwazin leşkerên biyanî ji Sûrîyê derkevin û li dijî Hêzên Sûrîyeya Demokratîk û Amerîkayê artêşekê ava bikin. Bi avakirina vê artêşa nû eşîrên Ereb dixwazin şerê HSD û Amerîkayê bikin da ku wan ji Sûrîyê derxin der.