|
Gelo wê Înce pirsa Kurd çareser bike? |
|
2018-06-02 00:10 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Berî her hilbijartinê siyasetmedar û rêvebirên partîyên Tirkîyê behsa Kurd û çareserkirina pirsa Kurd dikin. Lê piştî ku bûn desthilatdar, Kurdan ji bîr dikin û pirsa Kurd jî bincil dikin.
Namzetê partîya CHP Muharrem Înce jî yek ji wan e ku behsa Kurdan û çareserkirina pirsa Kurd dike. Lê piştî hilbijartinê wê Kurd bên bîra wî yan neyên, kes nizane.
Muharrem Înce, ji rojnameya Financial Times a Îngîlîz re axivî û anî zimên ku pêdivîya Tirkiyê bi serokkomarekî azadîxwaz û demokrat heye. Înce hebûna pirsa Kurd jî nirxand û got ku divê ev mijar bê çareserkirin û got: “Divê herkes li ser vê mijarê gotinên xwe bêje û divê xetên sor neyên danîn.”
|
|
|