Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : ENKS ne di wê rewşê de ye ku şert û mercan deyne
 
ENKS ne di wê rewşê de ye ku şert û mercan deyne
2018-05-23 23:13
MediaKurd > info@mediakurd.com

Pirsgirêkên di navbera TEV-DEM (PYD) û ENKS de berdewam in. Endam û rêvebirên ENKS ji alîyê asayîşa PYD ve tên girtin, tên revandin, ofîsên wan tên girtin û nahêlin ENKS li Rojavayê Kurdistanê bi azadî siyaseta xwe bike.

Berî çend rojan Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl û Berpirsê Dosyeya Rojavayê Kurdistanê Hemîd Derbendî li Hewlêrê hevdîtin kiribûn û li ser yekrêzîya TEV-DEM û ENKS axivîbûn. Lê xuyaye wek peymana ku berî çend salan li Duhokê lihev kiribûn, tiştek ji hevdîtin û axavtina wan dernakeve.

Ji bo yekrêzîya herdu alîyan ENKS çend şert û merc danîbûn ber TEV-DEMê. Şertên ENKS ev bûn: “Divê girtîyên siyasî bên berdan, divê destûr bê dan ku ENKS ofîsên xwe li Rojava veke, divê midaxele li karên ENKS neyê kirin û divê li pêşîya çalakîyên wan partiyên di bin banê ENKS de astengî neyên çêkirin.”

Di vê derbarê de Serokê Komîteya Dîplomasîya TEV-DEM Abdulselam Ehmed axivî û got ku şert û mercên ENKS dixwaze ne dûrî rastîyê ne û ENKS ne di wê rewşê de ye ku şert û mercan deyne ber TEV-DEMê.

Ji gotinên Abdulselam Ehmed tê fêmkirin ku TEV-DEM hesabê ENKS nake û tu şert û mercên wê qebûl nake. Ev jî tê wateya berdewamîya pirsgirêkên di navbera herdu alîyan de.