Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : 6 kes namzetên serokkomarîya Tirkîyê ne
 
6 kes namzetên serokkomarîya Tirkîyê ne
2018-05-09 22:21
MediaKurd > info@mediakurd.com

Hilbijartinên ji bo serokkomarî û wekîltîya parlamentoya Tirkîyê di 24ê Hezîranê de çêdibin. Partîyên ku nêzîkî hev in bi lîsteyên hevbeş dikevin hilbijartinê û partîyan jî namzetên xwe yên serokkomarîyê eşkere kirin.

Mafê bidestxistina namzetîya serokkomarîyê 100 hezar deng e.
Li Tirkiyê 6 kesan ji bo hilbijartina serokkomarî ya 24ê Hezîranê mafê namzedîyê bi dest xist.

Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan bi îmzeyên parlamenterên MHP û AKPê, Muharrrm Înce bi yên CHPê, Selahattîn Demîrtaş bi yên HDPê, Meral Akşener, Temel Karamollaoglu û Dogu Perînçek jî bi 100 hezar îmzeyî beşdar dibin.

Ji ber ku partîyên mixalifên AKP û Erdogan di nav xwe de nikarîbûn namzetek hevbeş derxînin, îhtîmalek mezin heye ku Erdogan cardin bê hilbijartin. Bêtifaqîya partîyên mixalifên Erdogan derfetek mezin dixe destê Erdogan ku carek din bibe serokkomar.