|
Doz li Ozçelîk jî vekirin |
|
2018-04-25 18:57 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan ev çend sal in bi zêdeyî dijminatîya Kurdan dike. Çi Kurdê ku hikûmeta Erdogan rexne bike yan jî pesnê Kurdan bide, wek alîgirê PKK û wek terorîst tê darizandin û dikeve zindanên dewleta Tirk.
Vê carê doz li Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk hat vekirin.
Li ser daxwaza Dozgerê Komarî yê Wanê, di derheqê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik û Endamê Komîteya Rêvebir Hanifi Turan de, doz hat vekirin.
Serokê PAKê Mustafa Ozçelik çima ku di roja 17.12.2017an de li Wanê axaftinek kiribû, doz lê hat vekirin û hat xwestin ku wek terorîst û hevalbendê PKK bê darizandin.
|
|
|