Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PYD ji girtina mixalifên Kurd têr nabe
 
PYD ji girtina mixalifên Kurd têr nabe
2018-04-18 22:21
MediaKurd > info@mediakurd.com
Asayişa PYD li Rojavayê Kurdistanê ji girtina berpirs û serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) têr nabe. Roj namnîne ku serkirde û alîgirên ENKSê ji alî asayîşa PYD ve neyên girtin.

Berî bi çendakê asayişa li Qamişlo serkirdeyê ENKSê Feysel Yûsif desteser kir. Di 13ê mehê de jî sekreterê Partiya Wekhevî û endamê desteya serkirdayetiya ENKSê Nîmet Dawid jî desteser kirin.

PYD û asayîşa wê ya ku ji derveyî Kurdan rêzê ji her tevgerên biyanî re digre, ji roja ku bi darê zorê li Rojava bûye desthilatdar û heta îro zixtan li tevger û partîyên li dijî xwe dike û rê nade wan ku xebat û siyaseta xwe bikin.