Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PDK-T: Serê miletê Kurd sax be
 
PDK-T: Serê miletê Kurd sax be
2018-04-02 20:27
MediaKurd > info@mediakurd.com
Koça dawîn a Dilovan Idrîs Barzanî Kurd xemgîn kirin.

Di vê derbarê de Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) bi minasebeta wefata Dilovan İdrîs Barzanî peyamek sersaxîyê belav kir.

Peyama PDK-T:

„Dilovan İdrîs Barzanî çû ser dilovaniya xwe. Bila serê Malbata Barzanîyan û miletê Kurd sax be.

Em dizanin ku malbata Barzanîyan di dîroka Kurdistanê de gelek fedakarî kirine, bi doza netewa xwe re dilsoz bûne, êş û azar kışandine. Dîroka malbata Barzanîyan bi dîroka Kurdistanê ya hemdemî re raserî hevdu meşîyaye. Gelek Kurdan di dilê xwe de cîh ji nirx û hêjayîya malbata Barzaniyan re çêkirine. Ew malbat himbêz kirine û wek hezkirîyên xwe nirxandine. Gava ku yek ji vê malbatê diçe ser dilovanîya xwe, miletê Kurd hemû bi hevdû re xemgîn dibe. Di koça dawî ya birayê me Dilovan de, em Kurd hemû xemgîn in.

Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê, bi mebesta koça dawî ya birayê me Dilovan İdrîs Barzanî sersaxîyê ji hemû malbata Barzanîyan re dixwaze.

Bila serê Kek Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û hemû Barzanîyan sax be.

Bila cihê Dilovan Barzanî bihişta baqî be. Xwedê wî bi rehma xwe şa bike“.