Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PDK-T: Çi fedakarî hebe em amade ne
 
PDK-T: Çi fedakarî hebe em amade ne
2018-03-20 22:19
MediaKurd > info@mediakurd.com
Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê, bi minasebeta Newrozê daxuyaniyek belav kir. PDK-T, ji rêxistin û partîyên Kurdistanî xwest ku Newrozê bikin nîşan û sembola tifaq û yekîtîya hêzên Kurdistanî û ji bo tifaq û yekîtîya hêzên Kurdistanî gavêb ernê bavêjin.

Daxuyaniya PDK-T ev e:

""Gelê Kurdistanê daxwazên xwe, xeyal û dilbijandinên xwe di roja Newrozê de tîne zimên. Newroz dibe roja ku Kurd dîtinên xwe ji hevdû re û dinyayê re bibêjin, biqîrin û doza çareseriyên siyasî bikin. Ji bona ku Kurd ji bin nîrê bindestiyê xilas bibin, bigihêjin mafên xwe yên rewa, şahiyan li dar dixînin, govendan digirin û stranan dibêjin, gotarên siyasi pêşkeş dikin, qala yekrêzî û yekitiya Kurdan dikin, mîsyona Kawayê Hesinkar bilêv dikin û bi hêviya roja Rizgariya Kurdistanê, careke din Newroza xwe ya salê bi dawî tînin…

Belê, ev tablo bi salane ku dubare dibe, tê hûnandin, tê gotûbêjkirin, tê bilevkirin lê rastiya me ya siyasî û netewî jî zêde nayê guhertin. Bêşik yek ji pirsgîrêka me ya herî mezin bêtifaqî, bêbahwerî, fitne û fesadiya ku ketiye nava Kurdan e. Divê miletê Kurd xwe ji vê rewşa xirab rizgar bike. Têkeve qonaxek erênî û ji bona pêşeroja xwe gavên stratejik biavêje. Kurd hemû dizanin ku piştî Referandûmê li Başûr, pirsa Kerkûkê, dagirkirina Efrinê gelek tiştên tehl, rastiyên beloq derdikevin pêşberî netewa Kurd. Ev pirsgirêk û pirsa pêşêroja Kurdan divê bi aqilekî hemdemî, netewî û demokratîk bê çareserkirin.

Em PDK-T (Partiya Demokrata Kurdistana-Tirkiyê) bang lihemû rêxistin, partî, komel û şexsiyetên Kurdan dikin ku Newroza 2018 an bibe destpêkek hevbeş ji bona yekitiya netewî, yekrêziya siyasî û tifaqên mayînde. Ev helwest di nava miletê Kurd de divê bibe pîvana sereke. Divê Kurdperwer ji bo vê armancê têbikoşin, destê xwe bidin hevdû, mil bi mil xebatê bikin. Kurdperwer, divê ji yên ku li dijî vê daxwaza Kurdperweran derkevin, em bi hevdû re wan şermezar bikin, wan destheram bikin û dîtinên wan vala derxînin. Xeta netewî û demokrat li Kurdistan divê ji bona yekitiya Kurdan kar bike, hêz û derfetên xwe komî ser hevdû bike û bixe xizmeta Kurdistana Mezin.

Em PDK-T di roja Newroza 2018an de radigîhinin ku em bi hemû awayan amade ne ku di vê xebatê de çi fedakarî hebe, em bi cîh bînin. Em daxwaz dikin ku hemû rêxistin û partiyên Kurdan li ser vê bingehê bi hevdû re kar bikin. Ji bona yekitiya netewî û yekrêziya siyasî em PDK-T amade ne ku gelek tiştên tehl jî daqurtînin. Em li bendî ku ev fedakarî û helwest ji aliyê hemû parti û rêxistinên netewperwer ve bê ragihandin û diwarên ku li pêşberî yekitiya netewa me û yekrêziya siyasî ava bûne, bi hevdû re hilweşînin. Bi hev re em ê bikaribin bigihêjin armancên xwe yên siyasî û netewî!""

PDK-T