Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : HSD hêzê dişîne Efrînê
 
HSD hêzê dişîne Efrînê
2018-03-06 21:19
MediaKurd > info@mediakurd.com
Dewleta Tirk êrîşên xwe yên ser Efrînê û Kurdên Efrînê û derûdora wê didomîne. LI hember van êrîşên dewleta Tirk, hem Amerîka, hem jî hêzên navnetewî bêdeng û bê helwest in û ev yek jî wêrekî û cesaretê dide dewleta Tirk.

Ji bo ku YPG li hember êrîşên dewleta Tirk bi tenê nemîne, Hêzên Sûrîyeya Demokratîk biryar da ku hêza xwe ya li rojhilatê Feratê bişîne Efrînê.

Di vê derbarê de HSD bi daxuyanîyekê eşkere kir ku ewê li hember êrîşên ser Efrînê bêdeng nemînin û ewê hêza xwe ji rojhilatê Feratê bikşînin Efrînê.

Li ser navê HSD Umer El-Idlîbî bi daxuyanîyekê got: “Ji ber bêdengî û bêhelwestîya civaka navnetewî, em wek HSD mecbûr man ku biryarek wisa bidin. Me di şerê 3 salan de li dijî ÎŞÎDê gelek şehîd dan. Lê em becbûr man hêzên xwe yên li rojhilatê Feratê û bejayîya Dêrazorê paşde bikşînin û wan bişînin Efrînê“.

HSD, got ku heke civaka navnetewî li hember êrîşên dewleta Tirk bêhelwest û bêdeng nemaya, wan ev biryar nedigirt.