Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : 550 milyon dolar alîkarî
 
550 milyon dolar alîkarî
2018-02-12 22:50
MediaKurd > info@mediakurd.com

Alîkarîya ku Amerîka bi HSD (YPG) re dike, ji Tirkîyê û Erdogan re serêşandinek mezin çêdike û di navbera Amerîka û Tirkîyê de bûye pirsgirêkek mezin. Bûye pirsgirêkek ku herdu hevkarên NATOyê bibin dijminên hev.

Piştî ku dewleta Tirk êrîşî herêma Efrînê kir û dest bi şerê YPG kir, nakokî û dijberîya Amerîka û Tirkîyê zêdetir bû. Tirkîye ji Amerîkayê dixwaze ku alîkarîyê bi YPG re neke, çekên giran ji YPG re neşîne da ku Tirk bi hêsanî karibin êrîşî YPG bikin û Rojavayê Kurdistanê dagîr bikin. Lê Amerîka jî li vajayî daxwazên Tirkîyê ha ha alîkarîya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk ku piranîya hêza wê ji YPG pêk tê, dike.

Herî dawî Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) ji budçeya sala 2019an 550 milyon dolar ji bo Hêzên Sûrîyeya Demokratîk veqetand.

Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) ji bo perwerdekirin û biçekkirina Hêzên Sûriîyeya Demokratîk (HSD) 550 milyon dolar veqetand.

300 milyon dolar wê ji bo perwerdekirina HSDê be û 250 milyon dolar jî wê ji bo avakirina Hêza Parastina Sînor be.