Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Tirkîye endamên ÎŞÎDê dişîne Efrînê
 
Tirkîye endamên ÎŞÎDê dişîne Efrînê
2018-02-08 23:18
MediaKurd > info@mediakurd.com

Tirkîye yek ji piştgir, hevkar û şirîşê terorîstên ÎŞÎDê ye. Bi dehan car di derbarê Tirkîye û alîkarîya wê ya bi ÎŞÎDê re belge hatin weşandin.

Piştî ku hêza ÎŞÎDê şikest û lawaz bû, gelek ji endamên wê vegerîyan Tirkîyê.

Rojnameya Brîtanî Independent, destnîşan kir ku Tirkîye çekdarên berê yên ÎŞÎDê dişîne Efrînê û şerê Kurdan dikin.

Li gor çekdarekî ÎŞÎDê ji Independent re gotiye, artêşa Tirkîyê endamên berê yê ÎŞÎDê perwerde dike, wan dişîne Efrînê da ku êrişî Kurdan bikin.

Wî çekdarê ÎŞÎDê ji rojnameyê re gotiye ku fermandarên artêşa Tirkîyê ji wan re dibêjin wek PKK şer bikin û nehêlin pêwendîyên we û Tirkiîyê eşkere bibin.