Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Li seranserê Kurdistanê pêwistîya me bi yekîtîyê heye
 
Li seranserê Kurdistanê pêwistîya me bi yekîtîyê heye
2018-02-04 17:55
MediaKurd > info@mediakurd.com

Kevneserokê PYD Salih Mislim di derbarê Rûsya û êrîşên ser Efrînê de ji çapemenîyê re axivî. Mislaim, da zanîn ku Tirkîye û Rûsya li ser Efrînê lihev kirine.

Salih Mislim, ji Kurdistan24 re axivî û da zanîn ku xelk li pişta wan e, wek Kobanê ewê li Efrînê jî li ber xwe bidin û got: “ Heke hesabê Tirkîyê li Minbiçê hebe, hesabê me jî heye Em bawerîya xwe bi xelkê xwe tînin“.

Salih Mislim, behsa Kongreya Netewî jî kir û got: “Heke Kongreya Netewî pêk bihata, belkî bûyerên li Kerkûkê rû nedabûna. Li seranserê Kurdistanê pêwistîya me bi yekîtîyê heye. Dijminên me kifş û eşkere ne. Heta niha jî me negotiye em dixwazin ji Sûrîyê veqetin. Me got em di nav sînorên Sûrîyê de federasyonê dixwazin“.