|
Peters: Kurd hevkarên me ne |
|
2018-01-30 18:02 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Dewleta Tirk ji ber êrîşa ser Efrînê û kujtina Kurdan li seranserê dinyayê tê şermezarkirin. Li hember êrîş û helwesta dewleta Tirk, dengê gelek generalên Amerîkî jî bilind dibe.
Yarbayê Amerîkî Ralph Peters, di televizyona Fox de peyamên girîng dan awira gelemperî û got ku piştî Îsraîlê Kurd hevkarên me yên herî girîng in.
Peters, di axavtina xwe de got: “Tirkîye piştî Îsraîlê êrîşî hevkarê me yê herî girîng dike. Tirk xirab, Kurd baş, em jî ehmeq in“.
|
|
|