Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PYD alîkarî ji rejîma Esed xwest
 
PYD alîkarî ji rejîma Esed xwest
2018-01-25 21:58
MediaKurd > info@mediakurd.com


Desthilatdarîya Xweser a Efrînê, bangek li artêşa rejîma Sûrîyê kir û alîkarî jê xwest da ku xaka Efrînê ji êrîşên Tirkîyê biparêze.

Di malpera fermî ya Kantona Efrînê de bang hat eşkerekirin.

Di bangê de hatiye gotin: „Herêma Efrînê raserî êrîşa hêzên derveyî bûye û divê hikûmeta Şamê berê artêşa Sûrîyê bide Efrînê da ku evê herêma ku parçeyek ji desthilatdarîya Sûrîyê ye, biparêze. Em bang li hikûmeta Sûrîyê dikin ku Hêzên Artêşa Sûrîyê li herêmê bi cîh bike û Efrîn û sînorên Sûrîyê biparêze“.