Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Sîpan Hemo: Rûsyayê em firotin
 
Sîpan Hemo: Rûsyayê em firotin
2018-01-25 21:36
MediaKurd > info@mediakurd.com

Piştî ku Rûsya û Tirkîyê li hev kir, Rûsya leşkirên xwe ji Efrînê kişandin û rê ji êrîşa Tirkîyê re vekir. Hene Rûsya û Tirkîyê li hev nekiribûna, wê Tirkîye nikarîbûya zû bi zû êrîşî ser Efrînê bike û Kurdên Efrînê bikuje.

Di derbarê vê bêbextîya Rûsyayê de Fermandarê Giştî yê YPG Sîpan Hemo, ji çapemenîyê re eşkere kir ku Rûsyayê ew firotine û got: „Ev du sal in hêzên Rûsyayê li Efrînê bûn. Hiek peymanên me û Rûsan bi hevre hebûn. Lê Rûsya di nava şevekê de ew peyman binpê kirin, em firotin û xiyanet li me kir. Rûsya welatek tacir e, xuyaye bi dewleta Tirk re hinek peyman çêkirine“.